Fuad Hisên û şandeke Amerîkayî danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê û deverê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê û şandeke Amerîkayî dicivin û danûstandinan li ser rewşa Sûriyeyê û aloziyên deverê dikin.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Sêşem, 10.12.2024) li Bexdayê bi Wekîlê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo birêvebirinê John Bas û Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn Barbara Leav û Şêwirmendê Siyasî Michael Sidezer re civiya.
Di pareke wê civînê de amaje bi berdewamî û hevahengiya navbera Îraq û Amerîkayê di rûbirûbûna kom û rêkxistinên terorî de hat kirin, ku gefan li ewlehî û gelê Îraqê dikin.
Herwesa di wê civînê de danûstandin li ser rewş û aloziyên deverê û pêşhatên Sûriyeyê û berçavkirina tevaya egeran hatin kirin.
Fuad Hisên ji wê şanda Amerîkayî re ragehand, Îraq giringiyê dide ewlehî û seqamgiriya Sûriyeyê û piştgiriya bijardeyên wî welatî pêxemetî avakirina Sûriyeyeke seqamgir dike, ku pêkhateyên wî welatî vegire. Ji bo vê meremê jî, bi dostên xwe re li Waşintonê ji bo qonaxa bê ya Sûriyeyê şêwirê dikin.