Perlemanterek: Ihtîmala helweşandina Civata Nûnerên Îraqê û birêveçûna hilbijartinên pêşwext heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Ihtîmala helweşandina Civata Nûnerên Îraqê û birêveçûna hilbijartinên pêşwext li wî welatî heye.

Endamê serbixwe yê Civata Nûnerên Îraqê Mihemed Ziyadî eşkere kiriye ku, ji ber sistbûna Civata Nûneran li ser astê pirojeqanûnên giring û duberekiyan, hezek hebû daxwaz ji serokatiya civata nûneran bê kirin ku karên wê bên bidawîanîn û hilbijartinên pêşwext bên kirin.

Li dû gotina Ziyadî, Civata Nûneran di heyama dirêjkirina dema qanûndananê de nekarî qanûnên giring derbixe, herwesa li ser wan qanûnan jî kar bike yên ku cihê duberekiyên siyasî ne.

Ziyadî tekez jî kir, “Eger lengkirina rolê Civata Nûneran piştî bêhnvedana werzê qanûndananê bi awayê borî berdewam be, hingê em îmzayan ji bo hilbijartinên pêşwext kom dikin û li ser edilandina qanûna hilbijartinan û diyarkirina dema birêveçûna hilbijartinên giştî kar dikin.”