Qîrîn Ico yekem pirtûka xwe ya helbestan çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd Qîrîn Ico yekem berhema xwe ya helbestan bi navê “Bêdengiya Derî û Henaseke Kûr” çap kir.
Pirtûka “Bêdengiya Derî û Henaseke Kûr” berhema yekem a Qîrîn Ico ye, ji 50 helbestan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya weşanxane Gazê li Dihokê hatiye çapkirin.
Helbestvan Qîrîn Ico derbarê vê berhema xwe ya nû de ji K24ê re got: “Naveroka helbestên min bi giştî, evînî, derbirîna hestên dûrbûna ji ax û welat, zarok, penaberî û civakî ne.”
Herwiha got: “Hestên min ji bo yekemîn berhemên min ya wêjeyî cuda ye, wek geveke yekemîn e li ser rêya min a wêjeyî ye, bêguman hesteke xweş e.”
Qîrîn Ico ji Efrînê û ji sala 2014an li Dihok dimîne. Wê Beşa Wêjeya Erebî ya Zanîngeha Helebê xwendiye. Ji 2021ê ve jî Berpirsa Ragihandinê ya Şaxa Dihokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê ye. Herwiha gelek babet û helbest li malperên wêjeyî, civakî, kovar û rojnameyên cuda cuda bi Kurdî û Erebî weşandine.
Helbesteke Qîrîn Ico:
Zarok im
Penaber im
Pirtûka min têra min nake
Pênûs şikestîne
Kolan valan e ji hevalan
Ez bûme bi kar
di temenê 16 salî de,
dibim bi mal
Çep û rast yek in
Bajar û welatên derbeder
Bêkes im,
Ez û ez
dibim EZ- xwe.