Nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê bi serdaneke ranegehandî gehişt Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê bi serdaneke ranegehandî gehişt Îranê.
Piştî civîna bi berpirsên bilind ên Îraqê û Lêvegerê Bilind ê Şîeyan li Necefê Elî Sîstanî, Nûnerê Taybet ê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Mihemed Hesan bi serdaneke ranegehandî gehişt Tehrana paytexta Îranê.
Li dû zanyaran, li Tehranê ji aliyê Cîgirê Serokkomarê Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk Cewad Zerîf ve pêşwaziya Mihemed Hesan hatiye kiirin.
Di wê civînê de tekez li ser seqamgiriya Îraqê û hevahengiya navbera Îranê û Şandiyê Neteweyên Yekgirtî di derheqa Îraqê de hatiye kirin.