Çavkaniyek ji Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê: Me bo agirbestê danûstandin bi HSDê re nînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyek ji Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê red dike ku, wan danûstandin bi HSDê re li ser agirbestê kiribin. Herwesa dibêje, “Daxuyaniya berpirsên Amerîkayê di vî warî de tenê ji bo parastinê bû.”
Çavkaniyekê ji Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê îro (Pêncşem, 19.12.2024) ragehand ku, wan çi danûstandinek bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li ser agirbestê nekirine, belkî ya ku di vî warî de ji aliyê berpirsên Amerîkayî ve hatiye gotin tenê ji bo parastinê bûye.
Wê çavkaniyê tekez jî kir, Tirkiye bi hûrî çavdêriya hemî wan koman dike yên ku gefan li ewlehiya Tirkiye û Sûriyeyê dikin, di vî warî de jî pêngavên pêşwext bi merema dûrxistin û rêgirtina li wan diavêjin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li roja 18.12.2024ê di konferanseke rojnamevanî de got, “Me danûstandin li ser agirbestê li Minbicê kirine, ku vekêşana HSDê ji bo rojhilatê rûbarê Firatî jî tê de ye.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, “Em niha bi HSD û hevpeymanên xwe re di danûstandinan de ne, herwesa em nîgeraniyên Tirkiyeyê li Sûriyeyê jî fêm dikin.”
Matthew Miller ron jî kir, “Agirbesta navbera HSD û Tirkiyeyê heta dawiya vê heftiyê hat dirêjkirin.” Herwesa got, “Em bizavê dikin rêçareyekê ji bo kêmkirina pêşveçûnan peyda bikin, herwesa Waşinton bi awayekî cidî li ser dirêjkirina wê agirbestê ji bo demên bê jî kar dike.”
Ev daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî wê yekê hat ku, duhî navenda ragehandina Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ragehand, “Amerîka di bizavên navbeynkariyê de ji bo ragehandina agirbesta herdemî li her du bajarên Minbic û Kobanê şkestin tomar kir.”