Balyozxaneya Iraqê ya li Şamê dest bi karên xwe dike
Navenda Nûçeyan (K24) – wek gava yekem ya niyazpakiyê ji bo asayîkirina pêwendiyên bi rêveberiya nû ya Şamê re, Iraqê balyozxaneya xwe li Şamê vekir. Serokwezîrê Iraqê jî dibêje, Iraq piştgiriya proseya siyasî ya nû li Sûriyê dike û helwesta Iraqê derbarê Sûriyeyê de zelal e û ew rêz li îradeya gelê Sûriyeyê digire.
Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîneke televizyonî de got: “Iraq amade ye piştgiriya proseya siyasî ya nû li Sûriyê bike. Divê her kes rêzê li îradeya gelê Sûriyê bigire ku biryarê li ser pêşeroja xwe bide.”
Herwiha got: “Helwesta Iraqê di derbarê Sûriyeyê de zelal û dişibe helwesta her welatekî din yê dost û di warê parastina yekperçetiya axa xwe de cidî ye".
Sûdanî got jî: Bê guman eger pêwendiyên Îraqê digel rejîma nû ya Sûrîyê di berjewendîya aramîya Sûriyê û herêmê de bin, ew ne li dijî wan peywendîyan in. Lê nûnertiya wan li wî welatî ji nû ve dest bi karên xwe kir.”
Her wiha got: “Bexda kar dike ku peywendiyên baş li gel Sûriyeyê û hemû welatên navçeyê hebe û deriyên wan ji hemû aliyan re vekirîne û guh didin nêrînên wan.”
Piştî rûxandina rêjîma Esed, tîma balyozxaneya Iraqê li Sûriyeyê bi rêya bejahî ji Şamê derket û çûbû Libnanê.