Li Germiyanê di encama teqîna sîstema gazê de kesek mir û çend kes jî birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî Germiyanê, ji ber teqîna sîstema gazê, kesekî canê xwe jidest da û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Berdevkê Polîsê Germiyanê Muqedem Elî Cemal Qedûrî îro 22ê Berçile ji K24ê re ragehand, li gundê Mehmûd Qecerî yê ser bi nahiyeya Quretûyê 6 birîndar ji bo nexwaşxaneya Şehîd Hejar li Kelar hatine veguhestin, ku ji ber teqîna sîstema gazê beşeke laşê wan şewitiye.
Herwiha got, yek ji birîndaran bi navê Areş Ehmed Hesen (10 salî) ji ber zêdebûna rêjeya şewata wî, canê xwe jidest da û bav û birayekî wî li gel 2 xwîşkên wî jî birîndar bûn û niha jî çareseriya pêwîst ji bo birîndaran tên kirin.
Qedûrî amaje bi wê jî kir: “Cenazeyê kesê mirî ji bo bijîşkiya dadwerî hat şandin û polîs çûnê cihê bûyerê û li ser sedema bûyerê dest bi lêkolînê kirin.”