Şîraniya Dubayê bi qedayîfa Diyarbekirê re ketiye rikeberiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çokalata Dubayê û Beqlewata Dubayê, van rojan li Diyarbekirê hember qedayîfa navdar a Diyarbekirê rikebereke nû di qada şîraniyê de derketiye. Şîranîfiroş dibêjin di demeke kin de çokalata û beqlewata Dubayê li Diyarbekirê belav bûye, lê her çiqas bo qedayîfê bibe rikeber jî li Diyarbekirê ti şîraniyek nikare qedayîfê têk bibe.

Diyarbekir di qada şîraniyê de yek ji navendên girîng û navdar e û di nava şîraniyan de jî ya derdikeve pêş qedayîf e ku qedayîfa Diyarbekir di qada navneteweyî de navdar e. Van rojan jî şîraniyek nu bi qedayîfa Diyarbekir re ketiye rikeberiyê. Çokalata Dûbaî û Beqlewata Dubayê ku cara yekem sala 2021ê de li Dubayê hatiyê çêkirin di sala 2023an de bi rêya medyaya civakî qada navneteweyî de hat nasîn û îsal jî di demeke kin de li Diyarbekirê jî belav bûn. Ev şîranî di destpêkê de li 4-5 şîranfiroşan hebûn, lê niha li Diyarbekirê di tevahiya kargehên şîranîfiroşan de cihê xwe girtine.

Serokê Jûra Şîronîfıroşên Diyarbekıirê Haşîm Elkaan ji K24ê re got: “Ez dixwazim ji welatiyan re bêjim ku şîraniya Dûbaiyê şîraniyeke gelek taybet e, tê de divê hurikê fisteqan gelek zêde be, çokolata wê jî çokolateke taybet e û tîr e, dîroka qedayîfa Diyarbekir ji 100 salî zêdetir e lê şîraniya Dubaî nu derketiye, lê dîsa jî şîraniyek taybet e, xelkê jê hes kir, bila şîranîfiroşên me jî xelkê me jî baldar be, bila li gorî şiraniya resen bidin çêkirin û bixwin.” 

Kesên ku bi salane çêkirina şîraniyê re mijûl in demildest hînî çêkirina şîraniya Dubayê jî bûne  ku çokolata dubayê çêdikin dibêjin bi taybetî bala ciwanan dikêşe û di qalibî de tê çêkirin û bihayê 200 girama wê 400 lîre ye û kîloyek jî 2 hezar lîre ye.

Hosteyê şîranîyê Şehmus Ekîncî dibêje: “Ev 15 sal in ez karê çêkirina şîraniyê dikim, balkêş e ku berî 4 mehan li Diyarbekir çêkirina çokolata Dubayê dest pê kir û zû belav bû, daxwaz ewqas zêde ye ku car caran nikarin bigihîjin sîparîşan lê dîsa jî cihê qedayîfa me nagire, tê de şîr çokolat tehîn fistek û parçeyek qedayîf jî heye.”