Îsal 35 projeyên veberhênanê molet ji parêzgehê Dihokê wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Parêzgeha Dihokê ragihand, îsal 35 proje de û di dirêjahiya heyama Kabîneya Nehem de 109 projeyan, moleta veberhênanê ji parêzgehê wergirtin.

Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Parêzgeha Duhokê Dr. Haval Sadiq di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ji 01-01-2024an heta roja sêşemê 24-12-2024an, rêveberiya me 35 molet bo projeyên cuda yên veberhênanê li parêzgeha Dihokê hatine dayîn.

Herwiha got: “Koma giştî ya xerciya wan projeyên ku îsal me moleta dabûne wan, digehe zêdetirî 240 milyon dolaran û li ser rûbera zêdetirî milyonek metre çargoşe hatine cibicîkirin.”

Dr. Haval da zanîn: “Îsal me girîngiyeke mezin daye geşepêdana sektora geştiyariyê, bi taybetî me projeyên geştyarî li deverên ku xwezaya wan ji bo projeyên weha guncaw e, cibicî kirine.”

Herwiha got: “Di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta herêma Kurdistanê de, rêveberiya me molet veberhênanê dane 109 projeyan li parêzgeha Dihokê, ku bihayê wan zêdetirî 904 milyon dolar e.”

Diyar kir jî: “Ji sala 2007an heta roja sêşemê 24-12-2024, nêzîkî 317 projeyên veberhênanê bi bihayê zêdetir ji 6 milyar dolaran li parêzgeha Dihokê hatine cîbicîkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment