Amerîka daxwaza daxistina Nivîsîngeha Hûsiyan ji Bexdayê dike

Alayên Îraq û Amerîkayê
Alayên Îraq û Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Îraqê parve kiriye, Amerîkayê daxwaz ji Îraqê kiriye ku çalakiyên Hûsiyên Yemenê li ser axa Îraqê rawestîne û nivîsîngeha wan jî li Bexdayê dabixe.

Rojnameya Erebî Cedîd ji zarê berpirsekî Wezareta Derve ya Îraqê parve kiriye, “Amerîkayê bi awayekî fermî daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kiriye ku, çalakiyên Hûsiyên Yemenê li ser axa xwe rawestîne û nivîsîngeha wan jî li Bexdayê dabixe.”

Her wê çavkaniyê ron jî kir, “Waşintonê şîret li berpirsên Îraqê kirine ku berewambûna çalakiyên sivîl ên wê komê li Îraqê, wê rûbirûyî zêdetir arêşeyan dike û Hikûmeta Îraqê jî vê rewşê bi cidî werdigire, ji bo ku gelê Îraqê ji rengvedanên pêşhatên welatên cîran biparêze.”

Wekî ku wê çavkaniyê behs kiriye, “Mimkin e çalakiyên wê komê bên rawestandin, lê Bexda hest dike ku Waşinton çalakiyên wan koman ji qebareyên wan mezintir berçav dike.”

Endamên Lijneya Ewlehî û Bergiriyê ya Civata Nûnerên Îraqê Elî Nîme jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Tirseke Amerîkayî û welatên din ên deverê ji hebûna Hûsiyên Yemenê li Îraqê heye, lê ew tirs nerewa ye û amadebûna wan tenê di nûnerîtiya siyasî û medyayî de sinordar e û çi peywendiyek bi aliyên ewlehî û serbazî ve nîne.”

Baregayê Hûsiyên Yemenê li Îraqê dikeve devera Cadiriyeyê. Pêştir jî malpera Yemen Monitorê jî ji zarê du çavkaniyên diplomasî parve kiribû, “Hikûmeta Îraqê nivîsîngehên Hûsiyan û Îranê li ser wê daxwaza Amerîkayê haydar kirine, herwesa serkirdeyên serbazî yên Hûsiyan ji axa Îraqê dûr xistine ku bi ketîbeyên Hizbulaha Îraqê re kar dikin.”