Pirtûka “Nûçegîhaniya Rast û Etîka Medyayê” hat çapkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya Tirkiyeyê pirtûka “Nûçegîhaniya Rast û Etîka Medyayê” çap kir.
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Tirkiyeyê Fahrettin Altun li hejmara xwe ya tora civakî “X” diyar kir, “Xebatên me yên weşangeriyê yên ku berî niha me bi 9 zimanan, ligel zimanê Tirkî bi weşanên zimanên Îngîlîzî, Erebî, Tirkiya Azerî, Rûsî, Spanî, Almanî, Fransî û Yûnanî dikir, ji îro pêve bi wergera zimanên Kurdî ya pirtûka “Nûçegîhaniya Rast û Etîka Medyayê” gihîştiye 10 zimanan.”
Fahrettin Altun nivîsa xwe de got: “Nûçegîhaniya rast û pêbawer, ji bo civakên demokratîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Di vê pêvajoyê de medya, tenê bêyî ku ji prensîbên etîk dûr bikeve, dikare erka xwe ya agahdarkirina civakê bi awayekî rastî bi cih bîne. Bicîhanîna vê fonksiyona girîng a medyayê, bi awayekî sîstematîk bi pêkanîna prensîbên etîk yên meslekî pêkane. Di mijara parastina etîka medyayê de, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê rojnamegeran. Endamên çapemeniyê yên ku ji etîka medyayê dûr nekevin, wê bibin garantiya rêzgirtin û pêbaweriya rojnamegeriyê.”
Da dawiya nivîsa xwe de jî got: “Ez di wê baweriyê de me ku ev lêkolîna weke rêber dê ji bo xebatkarên medyayê û lêkolîneran dê bibe çavkaniyek girîng.”