Hişyariya berfê bo Wanê hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Hevahengiya Afatê (AKOM) a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li seranserê bajêr hişyariya barîna berfê da.
Navenda Hevahengiya Afatê (AKOM) a Serokatiya Daîreya Karûbarên Afatê a Şaredariya Bajarê Mezin diyar kir, ew pêşbînî dikin ku ji sibê nîvro pê ve seranserê bajarê Wanê dê bikeve bin bandora barînê.
Di daxuyaniyê AKOMê de hate gotin, tê payîn berf li navçeyên başûr ên Wanê (Şax, Miks, Elbak, Payîzava, Westan) bi bandor be û hat diyar kirin ku li gorî pêşbîniyan, barîna berfê dê heta derengiya şeva şemiyê li seranserê parêzgehê bandora xwe winda bike.
Di daxuyaniya AKOMê de hat gotin: “Divê li hember neyîniyên wek babelîsk û berfê ya bi bayê xurt re li bilindahiyan herkîna berfê û xetera aşîtê li geliyên tûj, sermaya bayî, qeşaya veşartî li derbendan (Tendûrek, Gozeldere, Qurubaş ) û di derengiya şevê de, kêmbûna mesafeya dîtinê, astengî di veguhastinê de, jehrbûna dûyê sobeyê bi tedbîr û baldar bin."
AKOMê hem welatî hem jî yekîneyên têkildar der barê amadekirina barîna berfê û tedbîrwergirtinê de jî hişyar kir.