TUIK: Di 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejarî zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) daneyên xwe belav kir û diyar kir, di sala 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejarî 0,1 puan zêde bûye û gihiştiye ji sedî 13,6an.

TUIKê amarên hejarî û şertên jiyanê yên sala 2024an eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê sala 2024ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejarî 0,1 puan zêde bûye û gihiştiye ji sedî 13,6an. Li gorî sala borî ji bilî kirîna xanî û xerciyên xaniyan rêjeya deyndaran û teqsîdan 1,2 puan kêm bûye û daketiye ji sedî 56,8an.

Li gorî bilindbûna asta xwendinê rêjeya hejariyê dadikeve. Li gorî amarên TUIKê ji sedî 24,7ê welatiyên dibistanek temam nekirine hejar in,ji sedî 13,6ê kesên dibistanên seretayî û navîn temam kirine hejar in.

Herwiha ji sedî 7,4ê welatiyên dibistana amadeyî temam kirine hejar in û di nava kesên perwerdeya bilind temam kirine de rêjeya hejariyê tenê ji sedî 2,7 e.

Ji aliyekî din ve ji sedî 39,3ên welatiyan nikarin du rojan carekê goştê sor, mirîşk an masiyan bikirin û ji sedî 26,8 nikarin xerciyên neçaverêkirî bidin, ji sedî 15,1 nikarin xerciyên germkirina malê bidin û ji sedî 59,6ê welatiyan jî gotine nikarin mobîlyayên xwe yên kevin nû bikin.