Wezareta Derve ya Îranê dema serdana Sûdanî ji bo Tehranê eşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê radigehîne, “Biryar e Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li dawiya heftiya bê serdana Tehranê bike.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Îsmaîl Beqayî jivanê serdana Sûdanî ji rojnamevanan re nîv eşkere kir û got, “Serokwezîrê Îraqê ji bo hevdîtin û danûstandinan bi Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îraqê re serdana Tehranê dike.”
Îsmaîl Beqayî herwesa amaje da, ew serdan di çarçoveya peywendiyên berdewam ên navbera her du welatan de ye û merem jê bihêztirkirin û berfirehtirkirina peywendiyan e bi rêya gengeşe û danûstandinên pêşhatan û guhertinên deverê.
Ev dibe serdana sêyê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Tehranê, serdana wî ya yekê li roja 29ê Mijdara 2022ê û serdana duyê jî li roja 06ê Mijdara 2023ê bû.