Li Hewlêr agir li du cihên cuda ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê îro 2ê Çile agir bi du cihên cuda ket, yek ji wan cihê ciwankariya otomobîlan e.
Peyamnêra K24ê li Hewlêrê da zanîn, li cadeya 100 metrî ya Hewlêrê agir bi dikaneke ciwankariya otomobîlan ket û ti ziyanên canî çênebûn.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd ji K24ê re ragihand: “Agir ji ber sobeyê derketiye, di dikanê de gelek spong û naylon hebû, ji ber wê jî agir pir zû belav bû.”
Şaxewan Seîd diyar kir jî: “Di hundirê dikanê de pergala vemirandina agir tunebû. Niha tîmên agirkujiyê kar ji bo vemirandina agir dikin.”
Her îro jî li Hewlêrê di encama teqîna gazê de, 2 dikan şewitîn û 5 kes jî birîndar bûn.