Sûdanî peyamek li ser sê xalan ji Trump wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Iraqî belav kir, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi rêya nûnerekî taybet peyamek ji Donald Trump wergirt, ku tê de çend mijar hebûn.”

Jêderekî ji Medyaya Iraqî re aşkere: “Xalên herî girîng ên peyamê ew bûn ku divê çek ji aliyê dewletê ve bên kontrolkirin. Divê çalakiyên komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike jî bê rawestandin û Iraq destêwerdanê di karûbarên Sûriyeyê û hikûmeta nû de neke.”

Sûdanî duhî 4ê Çile di merasîma Roja Şehîdên Iraqê li Bexdayê ragihand, “Hin aliyan hewl dan Iraqê jî tevlî guhertinên Sûriyeyê bikin û behsa guhertina sîstema siyasî kirin, lê ti dewlet û aliyek nikare guhertinên siyasî û ewlehiyê li ser me ferz bike.”

Sûdanî got jî: “Di çend mehên borî da, bi şêwirîna welatên dost, me gelek kar kir ku şer ji iraqê dûr bikeve û welat nebe meydana çareserkirina kêşeyên herêmê.”

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: “Li ser asta navdewletî me pêwendiyên Iraqê bi welatan re li ser bingeheke dîplomatîk ava kirine.”

 
Fly Erbil Advertisment