Di 2024ê de zêdetir ji 1 milyon geştiyaran serdana Diyarbekirê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Diyarbekirê ragihand, sala borî hijmara geştiyarên ku serdana Diyarbekirê kirine ji 1 milyonî derbas kiriye, geştiyarnas dibêjin zêdebuna hijmara geştiyaran bi dewlemendiya çandî û dîrokî ya Diyarbekirê ve girêdayîye û balê dikêşin ku eger projeyên nehatine cîbicîkirin werin pêkanîn dê hijmara geştiyaran gelek zêdetir jî bibe.              

Parêzgarê Diyarbekirê Murat Zorluoglû da zanîn ku di sala 2024an de 1 milyon û 100 hezar geştiyar hatine Diyarbekirê. Parêzgeriya Diyarbekirê radigihîne ku wan stratejiyek danasîna Diyarbekirê dane pêşiya xwe û bi vê yekê jî dê hijmara geştiyarên ku berê xwe didin Diyarbekirê jî were zêdetirkirin. 

Pisporên qada geştiyariyê jî amaje dikin ku Diyarbekir bajarekî wisa ye ku 4 demsalan geştiyarî lê zindî ye û eger ev dewlemendiya Diyarbekir baş were bikaranîn dê Diyarbekir bigihîje armanca xwe ya 3 milyon geştiyaran

Xwedıyê Kompaniya Geştiyariyê Edîp Paçal ji K24ê re got: “Di van salên dawîn de em dibînin ku salane, hijmara geştiyarên tên Diyarbekir ser 1 milyonî dikeve. Ev yek bi dewlemendî û bedewbuna Diyarbekir ve girêdayîye. Niha parêzgeriya Diyarbekirê dibêje armanc ew e ku salane 3 milyon geştiyaran bikêşin Diyarbekirê. Bi nêrîna min ev yek bi danasînek baş ve girêdayî ye.”

Geştiyarên ku serdana Diyarbekirê dikin jî dibêjin dema ew li nava Diyarbekirê digerin bi her awayî Diyarbekir taybetbûna xwe nîşan dide, geştiyar dibêjin ew ji helwesta germ a xelkê Diyarbekirê dilxweş in û hem jî dikarin bi awayeke aram geşta xwe bikin.

Geştıyar Ahmet Alemdar: “Ez ji Diyarbekir im, sala 1965an de min ji vir koç kir, min bi çavên xwe nedîtiba min bawer nedikir ku Diyarbekir evqas hatiye guhertin û evqas bedew bûye, Diyarbekir bajarekî wisa ye ku hemû mirovên cîhanê dikare tiştek nêzîkî xwe, tê de bibînin”

Geştiyar Hulya Alemdar: “Diyarbekirê bandorek mezin li min kir, bajarê ku herî gelek ez mabûm bin bandora wê de qudûs bû piştî qudûsê jî bo min Diyarbekir, ev cara yekem e ez têm, divê herkes vî bajarî bibînê.”

Projeya geliyê Dîcleyê ku behsa wê heye, lê gavek bo çêkirinê nîne, gelek kesayet û saziyan soz daye, lê cîbicî nekirine. Pispor dibêjin, eger were çêkirin dê hijmara geştiyaran de salane behsa 5 milyon geştiyaran jî were kirin.

 
Fly Erbil Advertisment