Dilşad Şehab: Heftiya bê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna di civîna Îdareya Dewletê de û serdankirina aliyên siyasî diçe Bexdayê, û danûstandinan li ser pirsên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê bi wan aliyan re dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Pêncşem, 09.01.2025) ji Malpera K24ê re ragehand, “Heftiya bê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike.”

Dilşad Şehab amaje jî da, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlîbûna di civîna Îdareya Dewletê de û serdankirina aliyên siyasî diçe Bexdayê, herwesa danûstandinan li ser pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bi wan aliyan re dike.”