Wezîrê Darayî yê Iraqê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê diçe parlamentoyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Iraqê ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê dicive û li ser destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê gotûbêjan dike.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, Wezîrê Darayî yê Iraqê Teyf Samî îro 11ê Çile bi endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê dicive.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, armanca sereke ya civînê gotûbêjkirina maddeya 12 ya sererastkirina bûdceya sala 2025an e, ku girêdayî destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê ye. Heta ku reşnivîsa dawî ya sererastkirinê bê amadekirin.
Parlamentoya Iraqê pêştir xwendina xwe ya yekem derbarê sererastkirina madeya 12 ya yasaya bûdceyê kiribû. Biryar roja 13ê vê mehê jî xwendina duyem bike.