Gelo Tirkiye dikarê bêyî Amerîkayê operasyoneke dersînorî pêk bîne?

Navenda Nûçeyan (K24) – Carek din egera operasyoneke Tirkiyeyê ya ser Rojavayê Kurdistanê di rojevê de ye. Ligel ku Amerîka her hişyariyê dide Tirkiye û dibêje, HSDê hevkarê wê ye, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan sînyala operasyoneke dubare kir. Li gorî pisporan jî dê helwesta Amerîkayê diyar bike ku Tirkiye dikare operasyoneke dersînorî pêk bîne an na.

Li Sûriyeyê şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokrastîk (HSD) û Arteşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) ku Tirkiye piştgiriya wê dike yên li derdora Minbîcê berdewam in. Ligel vê aloziyê ku hêj çarenivîsa Kurdê Sûriyeyê jî ne diyar e Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di bernameyeke medyaya Tirkiye de sînyala operasyoneke dersînorî ya ser Rojavayê Kurdistanê da û got ger daxwazên wan neyên bi cih dê operasyon pêk were.

Akademîsyen Prof. Dr. Tevfîk Erdem jî amaje dike li pêşiya operasyoneke Tirkiyeyê kêşeya herî mezin hebûna û piştgiriya Amerîkayê ya bo YPGê ye ku di demek nêzîk de nayê çaverekirin weke ku Efxanîstanê derket ji Sûriyeyê derkeve.

Prof. Dr. Tevfîk Erdem ji K24ê re got: “Ez ne bawerim Tirkiye operasyoneke dersînorî pêk bîne. Ji ber ku helwesta serokê Amerîkayê Trump ne diyar e ku dê li Sûriyeyê politîkayeke çawa bimeşîne. Biya min dê Trump jî nexwaze ku Tirkiye bêyî destûra wî operasyoneke pêk bîne. Di egera vê de jî dê dîsa karta gefên aborî li Tirkiyeyê bixwe ku niha rewşa aboriya Tirkiyeyê nebaş e. Loma operasyonên Tirkiye encex bi hin êrîşên ezmanî yên bo hin herêman pêk werin ku ew jî sînordar bin.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blînken jî ragihand ji bo astengirina pêngaveke wisa ya Tirkiyeyê ew din av diyalogê de ne û dê alîkariya wan bo HSDê jî bidome. Herwiha li gorî rayêdarên Tirkiye niha nêzî 16 hezar leşkerên Tirkiye li Sûriyeyê hene û ku ji sal 2016an ve li ser herêmên sînor yên Sûriyeyê hin operasyon pğêk anîbûn.

Pisporê Têkiliyên Navneteweyî û Serokê SASAMê Suleyman Erdem dibêje: “Tirkiye xwedî hêze ku operasyonan pêk bîne û biya min dereng jî ma. Dema mixalifan Şam bidestxistin hewce bû Tirkiye bêyî hatina Trump bilêz operasyonek kiriba û ev gef ji holê rakiriba. Belkî hin kêşeyên aborî derketiba. lê bi seknê wext li dijî Tirkiyeyê ye. Di van demên dawî de operasyonek bû dê bibe an na piştî Trump dest bi kar kir îxtimala ku Tirkiye operasyoneke pêk bîne jî dê pir lawaz be.”

Di serî de Amerîka û welatên Ewropayê naxwazin Tirkiye operasyoneke dersînorî ser Rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Ji aliyekî din ve Amerîka YPG li Sûriyeyê weke nûnerê Kurdan dibine û naxwaze YPGêya ku ev nêzî 10 sal in alîkariyê didiye bi tene bihêle. Ji aliyekî din ve senatorên Amerîkî Lindsey Graham û Chris Van Hollên jî din ava hewldanên xurt de ne k udi egera operasyoneke Tirkiyeyê de gemaro ser Tirkiyeyê bên sepandin.