Li Bexdayê zêdetirî 20 kesan ji ber kirêya jeneratorê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku, zêdetirî 20 kesan li devereke rojhilatê Bexdayê ji ber kirêya jeneratorê hatine kuştin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Eqîd Ebas Behadilî îro (Sêşem, 9ê Îlona 2025ê) di beyannameyekê de ji rojnamevanan re ragihand, “Ji ber nakokiyekê li ser kirêya jeneratorekê li devereke rojhilatê Bexdayê şerê çekdarî çê bû.”
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê herwesa got, “Di wî şerî de du efserên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û neh polîs jî birîndar bûn, herwesa du ji êrîşkeran jî hatin kuştin û heftên din jî birîndar bûn.”
Behadilî amaje jî da, “Dema ku hêzên ewlehiyê gihîştin cihê wê bûyerê, rastî gulebaranê hatin, wesa jî efserek û polîsek birîndar bûn. Tevî bersiva bilez a hêzên polîsên federal, lê çekdaran jin û zarok wekî mertalên mirovî bi kar anîn, vê yekê jî ew hêz neçar kirin ku wê operasyonê ji ber parastina jiyana sivîlan paş bixin.”
Navbirî herwesa ragihand, “Hêzên ewlehiyê niha ew dever dorpêç kiriye û lêkolînê li ser vê bûyerê dikin. Bîst tometbar hatine girtin û ji bo kesên ku ji qanûnê derketine û çekên bêdestûr hilgirtine jî fermana girtinê hatiye dan.”
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê tekez jî kir, “Ev bûyer dozeke kitekesî ye û rengvedana edetên eşîrî nîne.” Ron jî kir, “Wezareta Navxwe destûrê nade bikaranîna çekan li derveyî qanûnê û pevçûna çekdarî ya heyî ya eşîrî wekî teror û tawanên rêxistî tên hesibandin. Dadgeha Iraqê jî tu bizaveka ji bo têkbirina ewlehiya navxweyî qebûl nake.”
Behadilî li dawiyê jî amaje da, “Wezaretê stratejiyeke tevgir ji bo kontrolkirin û lêkolînê danaye û pêngavên mezin ji bo bidestxistina ewlehiya berdewam avêtine, li gorî pîvanên pîşeyî yên herî bilind û qanûnên navneteweyî ji bo parastina jiyana sivîlan û dabînkirina serweriya qanûnê li seranserê Iraqê.”