Serokê Herêma Kurdistanê gehişt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û biryar e bi Hevpeymaniya Îdareya Dewletê û her sê serokatiyên Îraqê re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 12.01.2025) bi serdaneke fermî û ji bo danûstandinên li ser hind pirsên giring ên girêdayî Herêma Kurdistanê gehişt Bexdayê.
Li dû zanyarên K24ê, Nêçîrvan Barzanî îro tevlî civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê dibe, herwesa sibe (Duşem, 13.01.2025) bi her sê serokatiyên Îraqê, Serokê Dadgeha Federalî ya Îraqê û Serokê Civata Dadwerî ya Îraqê re dicive.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li roja Pêncşemê, 09.01.2025, ji Malpera K24ê re ragehandibû, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo tevlîbûna di civîna Îdareya Dewletê û serdankirina aliyên siyasî diçe Bexdayê û pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê bi wan aliyan re gengeşe dike.”