Nêçîrvan Barzanî bi serokatiyên Îraqê re dicive

Serokê Herêma Kurdistanê bi aliyên Şîe û Sune re dicive

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de bi serokatiyên Îraqê û aliyên Şîe û Sune re dicive.”

Li dû zanyaran, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Duşem, 13.01.2025) nêzî 15 hevdîtinên siyasî bi aliyên Şîe û Sune re hene.

Herwesa biryar e seet 09:00 ê sibehê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û paştir bi Serokê Civata Bilind a Dadwerî Fayêq Zêdan re bicive.

Her di çarçoveya wê serdana xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê seet 01:00 ê piştî nîvroyê bi Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd re dicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Yekşem, 12.01.2025) bi serdanekê gehişt Bexdayê û tevlî civîna Hevpeymaniya Îdareya Dewletê bû, ku danûstandinên wê civînê girêdayî pirsa mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê, raspardeyên Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê û çend pirsên din bû, ji ber ku wê hevpeymanîtiyê hemî hêzên siyasî yên pêkînerên Hikûmeta Îraqê vegirtine.