Mesrûr Barzanî û Konsulê Filistînê tekezê li ser pêşxistina peywendiyan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê dike, bi helkefta bidawîhatina erkê wî.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 13.01.2025) pêşwazî li Konsulê Giştî yê Filistînê li Hewlêrê Nezmî Hizûrî kir, bi helkefta bidawîhatina erkê wî.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje daye, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Filistînê kir, ji ber wê dema ku kar ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî dikir û herwesa daxwaza serkeftinê jî di erkê wî yê nû de jê re kir.”
Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Konsulê Giştî yê Filistînê rêzên xwe ji bo alîkarî û hevahengiyên baş ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û tekez li ser giringiya pêşxistina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re kir.”