Li Hewlêrê peymanegehek bi navê Îsmaîl Beşîkçî tê avakirin

Stenbol (K24) – Weqfa Îsmaîl Beşîkçî salevegera damezirandina xwe û rojbûna Beşîkçî pîroz kir. Serokê Weqfê eşkere kir ku, wan heta niha li Tirkiyeyê 13 salan xebatên Kurdolojiyê kirine û dê van xebatên xwe vegûhêzin Hewlêrê. Ji bo vê armancê pêşniyara wan a avakirina peymanegeheka Kurdolojiyê ya bi navê Îsmaîl Beşîkçî li Hewlêrê hatiye qebûlkirin û di demeke nêzik de ev peymangeh dê dest bi xebatan bike.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî sêzdemîn salvegera damezirandina xwe û 86 saliya Îsmaîl Beşîkçî bi çalakiyekê pîroz kir. Hejmareke zêde nivîskar, siyasetmedar û endam û dostên weqfê, Îsmaîl Beşîkçî di rojbûna wî de tenê nehiştin.

Serokê Weqfê Îbrahîm Gûrbûzî, di gotara xwe de diyar kir ku, armancên sereke yên weqfa wan belavkirina hizr û berhemên Îsmaîl Beşîkçî û pêşxistina xebatên Kurdolojiyê ye û ew dê van xebatên xwe di demeke nêzik de vegûhêzin Herêma Kurdistanê û li wir bi navê Beşîkçî peymangeheka Kurdolojiyê ava bikin.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gûrbûz ji K24ê re got: “Me salek berê pêşniyara avakirina peymanegeheka Kurdolojiyê bi navê Îsmaîl Beşîkçî bir Serokwezîrê Herêma Kurdistanê. Wî jî pêşniyara me qebûl kir û dê demeke kurt de ev peymangeh dê ava bibe. Ev e karekî dîrokî ye. Ji ber ku ev peymangeh dê xizmeta çanda Kurdî ya her çar parçeyên Kurdistanê bike. Dê hizra netewî geş bibe. Heke em dixwazin neteweperwerî li çar perçeyên Kurdistanê belav bibe, divê peymangehên Kurdolojiyê li Herêma Kurdistanê ava bikin.”

Îsmaîl Beşîkçî jî ji ber alîkariyan sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û di wê baweriyê de ye ku avakirina peymanegeheka Kurdolojiyê dê xizmeteka diyar bo yekitiya çanda Kurdî û pêşxistina hişmendiya netewî bike.

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî got: “Ji bo avakirina peymangeheka Kurdolojiyê zeviyek dan me. Ez bawer im Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser xebatên Kurdolojiyê ciddîtir e. Avakirina peymangeha Kurdolojiyê li Hewlêrê bêgûman dê bandoreka erenî li ser xebatên Kurdolojiyê yên li perçeyên din jî bike. Ez bi avêtina vê gavê gelek keyfxweş im û  ez bawer im xebatên li ser çand û zimanê Kurdî dê di salên pêş de pêşvetir biçin.”

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî di dîroka xwe ya 13 salan de li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê gelek xebat û çalakî li ser Kurdolojiyê kir û wisa diyar e niha dixwaze van xebatên xwe bigihîne asteke berfirehtir û ji paytexta Herêma Kurdistanê heya perçeyên din û diyasporayê xizmeta Kurdolojiyê bike.