Dilşad Şehab: Ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê tedbîrên baş hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ragihand, li Bexdayê ji hemû aliyan re hat aşkerkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bi awayekî şefaf bicih aniye.

Dilşad Şahab ​di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, tedbîrên baş hatine girtin. Li ser mijarên mayî jî hemû alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku di demeke nêz de rûniştin di navbera tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bên kirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn: Ji hemû aliyan re hat aşkerakirin ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li gor rêkeftinan û li hember biryar û yasayn bicih aniye.

Dilşad Şahab got: “Hemû alî hevnêrîn bûn, bi taybet Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku ji niha û pê de civîn di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bên kirin.”

Diyar kir jî: “Tedbîrên baş ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê hatine girtin. Ji dema rawestandina hinardekirina petrolê de, xezîneya Iraqê rastî ziyaneke mezin hatiye.”