Kurdistan û Amerîka danûstandinan li ser rêkxistina hêza Pêşmerge dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, şandeke serbazî û diplomasî ya Amerîkayê bi berpirsên bilind ên serbazî yên Herêma Kurdistanê re, ji bo gengeşekirina pirsa rêkxistina hêza Pêşmerge, civiya û danûstandin li ser rêkar û mîkanîzmên xwe kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 14.01.2025) parve kiriye, “Li Serokatiya Herêma Kurdistanê, civîneke berfireh di navbera Herêma Kurdistanê û şandeke hevpar a serbazî û diplomasî ya Amerîkayê de li ser piroseya çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû."
Di wê civînê de, aliyê Herêma Kurdistanê ku ji hejmareke berpirs û peywendîdaran ji Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge pêk hatibû, bi Şanda Amerîkayê ya bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy re, danûstandin li ser hevahengî û karê hevpar û piroseya çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge kirin.
Wekî ku di ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, di derheqa çaksazî û rêkxistina hêza Pêşmerge de, zêdebarî berçavkirina dawî pêngavên wê piroseyê, giringiya wê piroseyê û karkirina ji bo çarekirina arêşe û astengên di rêya wê de jî hatin tekezkirin.
Di derheqa bicihanîna qonaxên bê de jî, tekez li ser hevkarî û alîkariya hevpar a navbera her du aliyan bi arasteya biserxistina wê piroseyê hat kirin. Zêdebarî rewşa giştî ya deverê, pêşhat û rûdanên deverê jî mijarên tewerekî din ê danûstandinên wê civînê bûn.