Amerîkayê karwanekî din ê serbazî ji Îraqê şand Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend çavkaniyên ewlehiyê eşkere kir, karwanekî serbazî yê Amerîkayê ji Îraqê gehişt deverên Dêrazor û Hesekeyê li Rojavayê Kurdistanê.

Li dû wan çavkaniyan, ew karwanê Amerîkayê ji 40 barhilgirên serbazî û çend hêlîkopteran pêk hatiye û ber bi sê bingehên serbazî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ve çûne. Para serekî ya wê hêzê jî çûye Zeviya Omer a Gazê li Dêrazorê.

Amaje jî da, “Şandina wê hêza Amerîkayê ji Îraqê ji stratejiya dubare rêkxistina hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê ye, ku piştî nemana Rijêma Esed dest pê kiriye.”

Hêzên opozisyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê, 08.12.2024, çûn nav bajarê Şamê, Rijêma Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed herifand û desthilata bi dehan salan a wê binemalê bidawî anî.

Ji hingê ve penaberên Sûriyeyî ji welatên cuda cuda vedigerin welatê xwe, herwesa kesatî û desteyên diplomasî yên cîhanê berê xwe didin Sûriyeyê û welat jî dîsa balyozxaneyên xwe li wê derê vedikin û geştên xwe yên asmanî jî bi Sûriyeyê re asayî dikin.

Ji aliyekî din ve jî, dewlet û aliyên cîhanî gengeşe û danûstandinan li ser paşeroja Sûriyeyê dikin û bi awayekî berdewam şand ji welatên cuda cuda serdana Sûriyeyê dikin û şandên Sûriyeyê jî serdana welatan dikin. Herwesa civîn û danûstandin li welatên din jî li ser rewş û paşeroja Sûriyeyê tên kirin.