Parzinîngehên neqanûnî yên Sêmêlê hatin daxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî biryarên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aliyên peywendîdar ên sinorê Dihokê çekên xwe ji parzinîngeh û kargehan vekêşan û tevaya wan cihan li ser biryar û rênimayan hatin haydarkirin û her cihekî pabendî parastina jîngehê nebe tê daxistin.

Qayimqamê Qezaya Sêmêlê Mehmûd Xelîl îro (Çarşem, 15.01.2025) taybet ji Malpera K24ê re got, “Li sinorê qezaya Sêmêlê nêzî 25 parzinîngehên neqanûnî hebûn, piştî biryarên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevaya wan hatin daxistin û daxwaz jê hatiye kirin ku bi awayekî qanûnî li dû rênimayên Wezareta Samanên Xwezayî destûriya karkirinê werbigirin.”

Mehmûd Xelîl amaje jî da, “234 jenerator li tax û kolanên Sêmêlê hene û tevaya wan hatine haydarkirin ku, divê sîstema bêdengiya karkirina jeneratoran û filterên taybet ji bo guzozan bên danan.”

Navbirî herwesa got, “Ji bilî van, hejmareke kargehan hebû ku sedema pîsbûna jîngehê bûn, divê tevaya wan şertên jîngehê hebin. Ji bilî vê yekê jî, polîsên trafîkê jî hatine haydarkirin ku her timbêleke dûkelê parve bike sizayan jê re binivîsin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Yekşemê, 12.01.2025, biryar li ser daxistina tevaya parzinîngehên neqanûnî da û hejmareke biryar û rênimayên nû ji bo parastina pakijiya keşûhewayê Herêma Kurdistanê derxist.