Bo mazotê 2.34 lîre û bo benzînê jî 1.56 lîre zam hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê zamên nû hatin ragihandin, di qada rêyên hatçûyê de ji xwe zam hatibû kirin ku vê carê jî bo sotemeniyê zamên hatine ragihandin û dê di 16ê rêbendanê bikevin meriyetê.
Li Tirkiyeyê ji roja pêşemê pê de zamên nû bo sotemeniyê dikevin meriyetê. Li gorî zamên nû hatine ragihandin dê ji pênşemê pê de bo mazotê 2.34 lîre û bo benzînê jî 1.56 lîre zam were kirin û zamên ku hatine kirin di nava zamên demên dawîn de hatîn kirin de zamên herî bilind in ku dê rewşa ajokaran jî zehmettir bike.
Bi zamên dawî dê lîtreya mazot û benzînê nêzîkî 50 lîreyî bibe.