Iraq hişyariyê ji egera reva girtiyên di destê HSDê de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê tekezî li ser çareserkirina rewşa zîndanên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike û hişyarî ji egera revîna girtiyan da.
Wezareta Derve ya Iraqê îro 15ê Çile di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Brîtanyayê Jonathan Paul civiya.
Diyar kir jî, di civînê de her du aliyan rewşa Rojhilata Navîn, pêşhatên dawî li Sûriyê û bandora wê li ser welatên cîran gotûbêj kirin.
Da zanîn jî, di hevdîtinê de Fuad Husên tekezî li ser girîngiya çavdêrîkirina liv û tevgerên çeteyên DAIŞ’ê û çareserkirina rewşa girtîgehên di bin kontrola HSDê de kir û hişyarî jî ji metirsiya reva girtiyan da.
Rêveberê Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Siyamend Elî berî demekê ragihandibû, 26 girtîgeh herêmên di bin kontrola HSDê hene û nêzîkî 12 endamên DAIŞê yên ji regezên cuda tê de girtî ne.
Ji dema ku HSD’ê têkçûna DAIŞ’ê di Adara 2019’an de ragihandibû, nêzî 56 hezar kes ku piraniya wan jin zarokên DAIŞê ne, di kampên Hol û Roj de hatine bicihkirin.