Al-Monitor: Mazlûm Ebdî di demek nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî “Al-Monitorê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî dê di nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bike û bi Serok Barzanî re bicive.

Li gorî wê pêgeha Amerîkî, ev civîn weke yek ji pêngavên rêveberiya Biden a ji bo nêzîkkirina Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê tê dîtin.

Nûnerê Serok Barzanî, Dr. Hemîd Derbendî roja 13.12.2025an serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re civiyabû.

Li gorî agahiyan, di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî bû, Dr. Hemîd Derbendî peyama Serok Barzanî ragihand û ku tê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî li hemberî zehmetiyên ku li Sûriyeyê  hene, hatiye kirin.

Li hemberê jî, Mezlûm Ebdî jî tekezî li ser girîngiya parastina destkeftiyên Kurdan û pêkanîna aramiya li herêmê kir û diyar kiriye ku di vê demê de pêwîst e hewldanên hevpar di navbera hemû partiyên Kurd de hebin.