Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Emê dahata navxweyî bi mercekê radestî Bexdayê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir, bi mercê ku eger hikûmeta federal hemû bûdceya Herêma Kurdistanê, ne tenê mûçeyan bişîne, em amade ne dahata navxweyî radestî Bexdayê bikin. 

Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Safîn Dizeyî, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omîd Sebah, Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih û hEjmareka wezîr û serokên fermangehan pêk hatibû, Îro 16ê Çile li Hewlêrê bi konsul û nûnerên welatan re kom bû.

Piştî civînê, Berdevkê Hikûmeta herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, di kombûna bi konsol û nûnerên welatan re, peywendîyên Hewlêr û Bexdayê, mafên darayî yên Herêmê, hinardekirina petrolê û rewşa Herêma Kurdistanê û gelek mijarên din hatin gotûbêj kirin.

Radestkirina dahatên navxweyî û pirsa mûçeyan

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî kir, “Em amade ne ku dahata navxweyî radestî Bexdayê bikin û me berê jî ev yek gotibû. Lê bi mercê ku hemû bûdceya Herêma Kurdistanê bê şandin, ne tenê mûçe.”

Hinardekirina petrola Kurdistanê

Pêşewa Hewramanî got: "Em amade ne ku petrolê bi rêya kompanyaya SOMO re bifroşin. Lê kê piroseya hinardekirina petrolê sist kir û bû sedem ku xezîneya Iraqê zêdetirî 25 milyar dolaran winda bike? Helbet ti binpêkirin ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatine kirin, lê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve. Her çend e niyaza Serokwezîrê Federal hebe ku vê pirsê çareser bike jî, lê hêz û aliyên din hene ku dikarin rê li ber cîbicîkirina rêkeftinan bigirin.”

Helwestên welatan di çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de

Pêşewa Hewramanî ji konsul û nûnerên welatan re got: “Li welatên we gelek pêkhate û olên cuda hene, lê me qet nebihîstiye ku mûçeyên wan hatine birîn û hatine birçîkirin. Ji ber wê jî divê helwesta we li ser tiştên ku di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê de diqewimin, hebe.”

Aloziyên li navçeyê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim xwestiye bibe faktora aramiyê û bibe aliyê ku pirsgirêkan çareser bike, heta niha jî ew niyaza me heye û em naxwazin aramiya civakî û siyasî li Iraqê têk biçe.”