3 firokeyên barhilgir ên Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê daketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di xurtkirina baregehên xwe yên leşkerî de li Rojavayê Kurdistanê ji bejahî û asmanî ve berdewam e.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 16ê Çile belav kir, ji bo bihêzkirina baregehê ji aliyê leşkerî ve, 3 firokeyên barhilgir ên hêzên “Hevpeymaniya Navdewletî ku alavên leşkerî yên pêşketî hilgirtibûn, li baregeha Şedadî ya li başûrê Hesekê daketin.
Diyar kir jî, roja 13 Çile jî firokeyeke barhilgir a Amerîkî li baregeha Xerab El-Cîr li Rimelanê ya li bakurê Hesekê daket ku çek, alavên leşkerî û lojîstîkî, tevî leşkerên Amerîkî, hilgirtibû.
Rewangeh amaje bi wê kir, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştgiriya herêmên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, baregehên xwe yên leşkerî ji aliyê bejahî û asmanî ve xurt dike.
Da zanîn jî, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi beşdariya hêzên HSDê ji bo bilindkirina asta amadebaşiyê, duhî rahênaneke bi şevê li baregeha Qesrikê ya li rojavayê Hesekê pêk anîn.