Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwazî li agirbesta li Xezzayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li agirbesta li Xezzayê dike û bang li aliyan dike ku pabendî diyalogê bin û kar ji bo aramiyê bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 16ê Çile daxuyaniyek derbarê rêkeftina agirbestê ya li Xezzeyê di navbera Hemas û Îsraîlê de belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li agirbestê kir û hêvî xwest ku ev agirbest bibe pêngavek ji bo aştiyeke mayînde li navçeyê.
Tekez kir jî: “Bidawîkirina tundûtûjiyê, tekane rê ye ji bo dabînkirina paşerojeke baştir ji hemûyan re. Em bang li hemû aliyan dikin ku pabendî diyalogê bin û kar ji bo aramî û pêşketinê bikin.”
Bi navbeynkariya Qeter, Amerîka û Misirê duh êvarê agirbestek li Xezzeyê di navbera Tevgera Hamas û Îsraîl hat ragihandin û dê roja 19ê vê mehê bikeve warê cibicîkirinê.