Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî ragehand, “Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê Hoşyar Zêbarî îro (Pêncşem, 16.01.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir.
Hoşyar Zêbarî di wê peyamedê de nivîsiye, “Civîna Serok Barzanî bi Mezlûm Ebdî ra pêxemetî hevgirtina Kurdan û yekrêziya Kurdan li beranberî desthilata nû ya Şamê bû, herwesa tekez li ser veguhastina aştiyane ya desthilatê li Sûriyeyê nû kir.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê herwesa amaje jî daye, “Em spasiya hevpeyman û dostên xwe dikin.”
Today’s meeting in Erbil between President Masoud Barzani and SDF Commander of N.E Syria is a significant achievement to strengthen Kurdish unity and position visa-a -veer the new Syrian rulers in DAMASCUS for a smooth political transition. Thanks to all our allies & friends.
— Hoshyar Zebari (@HoshyarZebari) January 16, 2025
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Duşemê, 13.01.2025, pêşwaziya Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê û Nûnerê Serok Barzanî Hemîd Derbendî kir.
Ew serdan girêdayî gehandina peyama Serok Barzanî ji bo Mezlûm Ebdî bû. Li dû zanyaran, Serok Barzanî di wê peyamê de tekez li ser giringiya yekrêziya navmala Kurdan û rûbirûbûna qebxwaziyên niha yên Sûriyeyê kiribû.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji aliyê xwe ve ragehandibû, “Pêdivîtiya qonaxa niha ya Sûriyeyê bi hemî aliyên Kurdistanê ji bo gehiştina tenahî û seqamgirî û parastina berjewendî û destkeftiyên xelkê Kurdistanê heye.”