Baregayê Barzanî naveroka civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî parve dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi Mezlûm Ebdî re danûstandinan li ser çawaniya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re dike.
Baregayê Barzanî li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî êvara îro (Pêncşem, 16.01.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.”
Di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin gengeşekirin.
Herwesa tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, divê aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bê desttêwerdana çi aliyekî û bi rêkarên aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, û pêxemetî gerentîkirina mafên wan bi yekrêzî û yekhelwestiya hevpar bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigehin hevfêmkirinê û lihevkirinê, herwesa fakterên aştî û seqamgiriyê bin û rêyê li dubarebûna wan nexweşiyan bigirin ên ku bi serê gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hatine.