Kesatiyên siyasî yên Kurd spasiya Serok Barzanî dikin

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dengvedaneke seranserî hebû, hejmareke kesatiyên siyasî yên Başûr û Bakurên Kurdistanê jî spasiya Serok Barzanî dikin û vê pêngavê wekî bicihhatina daxwaza gelê Kurd binav dikin.

Piştî belavbûna nûçeya hevdîtina Serok Barzanî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û helwesteke hevpar a aliyên Kurdî li Sûriyeya nû, hejmareke kesatiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê spasiya Serok Barzanî kir û peyamên dilxweşiyê parve kirin.

Siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Mala we ava, ev daxwaza bi milyonan Kurdistaniyan bû, em hêvîdar in berdewam be û deriyê xêrê veke.”

Herwesa Perlemantera Kurd a berê ya Tirkiyeyê Leyla Zana jî peyamek li  ser tora civakî ya Xê parve kir tê de nivîsî, “Spas ji we re... Pîroz û mayinde be! Hevrejiyana gelan pîvana me ye. We hêviya gelên Rojhilata Navîn mezin kir...”

Herwesa dengvedana wê hevdîtinê gelek zêdetir bû û bi belavbûna wêneyê wê re, welatiyan jî bi belavkirina wî wêneyî torên xwe yên civakî xemilandin û wekî hevdîtineke dîrokî binav kir.

Herwesa Araz Şêx Cengî jî li ser civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê, li ser rûpela xwe ya taybet a tora civakî ya Facebookê peyamek parve kir.

Navbirî di peyama xwe de nivîsiye, “Meziniya Kek Mesûd îro diyar dibe, belavbûna nûçeya serdana Mezlûm ji bo Kek Mesûd ji bo hemî Kurdan dilxweşker e, êdî dema wê yekê ye ku Kek Mesûd ji bo rêkxistina navmala Kurdan bibe birayê mezin.”

Baregayê Barzanî duhî (Pêncşem, 16.01.2025) êvarî naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî parve kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin gengeşekirin.

Herwesa tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, divê aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bê desttêwerdana çi aliyekî û bi rêkarên aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, û pêxemetî gerentîkirina mafên wan bi yekrêzî û yekhelwestiya hevpar bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigehin hevfêmkirinê û lihevkirinê, herwesa fakterên aştî û seqamgiriyê bin û rêyê li dubarebûna wan nexweşiyan bigirin ên ku bi serê gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hatine.