Ehmed Cerba: Serok Barzanî kesatiyekî bibnador e û giringî daye hemî pêkhateyan

Ehmed Cerba
Ehmed Cerba

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Xedê ya Sûriyeyê pesna rolê Serok Barzanî dike û dibêje, “Serok Barzanî giringî tenê bi yekrêziya gelê Kurd nedaye, belkî giringî bi tevaya pêkhateyan daye.”

Serokê Tevgera Xedê ya Sûriyeyê Ehmed Cerba di daxuyaniyekê de ji K24ê re got, “Em wekî kesatiyeke dîrokî li Serok Barzanî dinêrin, ji ber ku wî giringî tenê bi yekrêziya gelê Kurd nedaye, belkî giringî bi tevaya pêkhateyan daye. Gotinên wî li ser tevaya pêkhateyan bibandor in.”

Ehmed Cerba herwesa got, “Peywendiyên me bi Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî re di astekî gelek baş de ne, herwesa cenabê wî piştevanekî serekî ye ji bo çêkirina peywendiyên mukom û stratejîk bi tevaya pêkhateyan re.”

Ev daxuyaniya Serokê Tevgera Xedê ya Sûriyeyê di demkê de ye ku, Berpirsê Dosyeya Rojavayê Kurdistanê û Nûnerê Serok Barzanî Hemîd Derbendî li roja Duşemê (13.01.2024), piştî gehandina peyama Serok Barzanî ji bo Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hesekeya Rojavayê Kurdistanê, gehişt bingeha Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û bi Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl û Desteya ENKSê re civiya.

Baregayê Barzanî duhî (Pêncşem, 16.01.2025) êvarî naveroka hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî parve kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin gengeşekirin.

Herwesa tekez li ser wê yekê jî hat kirin ku, divê aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bê desttêwerdana çi aliyekî û bi rêkarên aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, û pêxemetî gerentîkirina mafên wan bi yekrêzî û yekhelwestiya hevpar bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigehin hevfêmkirinê û lihevkirinê, herwesa fakterên aştî û seqamgiriyê bin û rêyê li dubarebûna wan nexweşiyan bigirin ên ku bi serê gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hatine.