Du teqînên bihêz li bajarê Qamişlo rû dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Du teqînên bihêz li bajarê Qamişlo rû dan, yek ji wan ji ber lêdana droneku artêşa Tirkiyeyê pêk hat.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) îro 17ê Çile ragihand, qata jorîn a avahiyekê li taxa Xerbî ya Qamişlo ji aliyê droneke artêşa Tirkiyeyê ve hatiye aramckirin.

Da zanîn jî, ji dîmenên pêşîn a êrişê xuya dibe ku mûşekeke din li heman avahiyê ketiye.

Tîmên agirkujiyê şewata ku li avahiyê çêbûye kontrol kir û Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêma êrişê dorpêç kir.

Li gorî şahidan, beriya teqîna yekemîn dengê ketina topekê hatiye bihîstin.