Ewlehiya Navxwe ya Rojava: Dronên Tirkiyeyê nîva Qamişloyê kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragehand, “Çend dronên Tirkiyeyê avahiyek li nîva Qamişloyê kiriye armanc û zirarên madî gehandine wî avahî.”
Fermandeya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (În, 17.01.2025) ragehandinek parve kir û tê de amaje da, “Hejmareke dronên Tirkiyeyê avahiyek li nîva Qamişloyê kiriye armanc, di encamê de zirarên madî gehandine wî avahî û agir berbûye hejmareke tankên sotemeniyê, ku welatiyan ji bo xwegermkirinê bi kar dianîn.
Fermandeya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di wê ragehandinê de got, “Tirkiye bi awayekî nerêkxistî ew dever bombebaran kir û ev jî berdewamiya êrîşên berî çend rojan e, ku kiriye ser hin welatiyan dema ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçûn û di encamê de çar kes hatin kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûn.”
Fermandeya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Navxwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her di wê ragehandina xwe de daxwaz ji Civaka Navdewletî kiriye ku, “li beranberî wan êrîşan ku dibin sedema têkdana ewlehî û seqamgiriyê” helwesteke cidî werbigirin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê duhî (Pêncşem, 16.01.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Balafirên şerî yên Tirkiyeyê li roja Çarşemê, 15.01.2025, karwanekî welatiyan kir armanc, dema ku ber bi Bendava Tişrînê ve diçû, û bi hevahengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wê bendavê biparêzin.”
Wê desteyê ron jî kiriye, “Di encamê wan êrîşan de 19 kes birîndar bûn û çar kes jî hatin kuştin, ku karmendên wê desteyê jî di nav kuştî û birîndaran de hene.”
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê amaje jî da, “Ji bilî kuştin û birîndarbûna hejmareke welatiyan û karmendên wan, herwesa zirar gehiştiye pênc ambûlansan jî.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duhî (Pêncşem, 16.01.2025) di ragehandinekê de eşkere kir, “Ev ji bo dema du rojan e balafirên şerî û dronên Tirkiyeyê nêzî Bendava Tişrînê dikin armanc, ku bûye sedema kuştina hejmareke welatiyên sivîl û gelek zirar gehiştine wê bendavê jî.”
Her di wê ragehandinê de hatiye, “Ev êrîş binpêkirinên eşkere yên qanûnên navdewletî û mirovî ne.” Amaje jî da, “Tirkiye bê çi rêgiriyên qanûnî û mirovî li ser kirina tawanan li dijî gelê Sûriyeyê berdewam e.”
HSD daxwazê ji Civaka Navdwletî jî dike ku, helwesteke mukom li beranberî van êrîşan hebe. Haydariyê jî li ser metirsiyên bêdengbûna li bernaberî wan komkujiyan didin ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, xasma jî li derdora Bendava Tişrînê.