Munîre Qazî Mihemed destxweşiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Keça Pêşewa Qazî Mihemed dibêje, “Ez destxweşiyê li bizavên Serok Barzanî dikim, ku merem jê hevgirtin û yekdengiya navmala Kurdan li Başûr û Rojavayên Kurdistanê ye.”
Munîre, Keça Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed, îro (În, 17.01.2025) peyameke vîdyoyî parve kir û piştevaniya xwe ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê diyar kir.
Munîre di wê vîdyoyê de dibêje, “Ez destxweşiyê li bizavên Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî dikim, ku merem jê hevgirtin û yekdengiya navmala Kurdan li Başûr û Rojavayên Kurdistanê ye.”
Keça Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed behsa xewn û hêviyên babê xwe jî kir û got, “Xewn û hêviyên babê min li Rojavayê Kurdistanê nêzî bicihhatinê bûne.”
Munîre di dawiya peyama xwe de jî hêviya serkeftinê ji bo tevaya dilsozên gelê Kurd dike.