Mezlûm Ebdî û Fermandarê CENTCOMê rewşa niha ya Sûriyeyê dinirxînîn

General Michael Corella û Mezlûm Ebdî - Arşîv
General Michael Corella û Mezlûm Ebdî - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê HSDê da zanîn, di civîna bi Fermandarê Fermandariya Navendî (CENTCOM) re, wan û tekezî li ser xurtkirina hevkarî û girîngiya rola Amerîkayê di pêkanîna agirbesteke mayînde li bakurê rojhilatê Sûriyê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li seranserî Sûriyeyê kir.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir, “Herî dawî me bi Fermandarê Fermandariya Navendî (CENTCOM) hevdîtin bi General Michael Corella, Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş (CJTFOIR) General Lahey Kevin, Fermandarê Hêzên Erkê Operasyonên Taybet ên Hevbeş li Şam (SOJTF LEVANT) General Michael Brooks kir.”

Mezlûm Ebdî da zanîn, civîn girngî bû ji bo nirxandina rewşa niha ya Sûriyeyê û operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞê.”

Destnîşan kir jî, “Me tekezî li ser girîngiya karên navdewletî yên ji bo rehabîlîtasyona malbatên li kampa Holê û kontrolkirina zindanan kir.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha da zanîn: “Me tekezî li ser xurtkirina hevkarî û girîngiya rola Amerîkayê di pêkanîna agirbesteke mayînde li bakurê rojhilatê Sûriyê û dabînkirina ewlehî û aramiyê li seranserî Sûriyeyê kir.”