Hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî karvedanên mezin li pişt xwe anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî, karvedanên mezin li pişt xwe anîn. Welatiyên Rojava vê civînê bi dîrokî binav dikin. Partiyên siyasî jî dibêjin, Serok Barzanî berdewam piştevaniya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dike ji bo bidestxistina mafên xwe.

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û dilxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî anîn ziman û gotin ku vê pêngavê, hêviyek daye wan.

Ebdulqadir Henê ku yek ji Rûsipiyên bajarê Amûdê ye dibêje: “Em hevgirtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî pîroz dikin. Serok Barzanî tim heyvanek e ji bo avakirina tevgera siyasî ya Kurdî ye. Em bi hêvî ne ev tevger biçe serî ku hevgirtina Kurdî li ser bingeheke tendirust.”

Welatî Bedirxan Estajlî got: “Ev gaveke mezin e dema ku Kurd destê xwe bidin hevdu û bi hev re kar bikin. Spas ji Xwedê re ku pişta me li çiya ye ku rêberekî me wek Serok Barzanî heye ku çavdêriya tevgera Kurdî dike û nahêle kesek şaş here.”

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo yekrêziya aliyên Kurdî yên Rojava û rol û hewlên wî bo diyarkirina paşeroja wan di Sûriyeya nû de, girîng dibînin.

Endama Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye Zekîya Resûl got: “Bi tekezî dê ev hevdîtin bandoreke xweş li civaka Rojava bike, dê çareseriyekê ji êş û azara miletê me re bibîne. Em bi giringî li vê civînê dinêrin û heta xuyakirin rola Serok Mesûd Barzanî di warê herêmî û navdewletî de.”

Hevdîtinên Serok Barzanî li gel aliyên Kurdistanî yên Rojavayê Kurdistanê di demeke hestiyar de tên, ku Sûriye di qonaxeke veguhêz de derbas dibe û Kurd li pêş demeke çarenivîsaz in, ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa di vî welatî de.