ENKS û YNKSê tekeziyê li ser yekrêziya Kurdî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Mihemed Ismaîl û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê (YNKS) tekezî li ser yekrêziya Kurdî ji bo bidestxistina mafên Kurdan di Sûriyeya nû de dikin.

Şandeke Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê (YNKS) duh 18ê Çile li bajarê Qamişlo serdana Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl kir û di hevdîtinê de, her du aliyan dawîn pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Şandeya Yekîtiya Nivîskaran diyar kir, şert û mercên heyî, pêwîstiya wê bi nêrîn û helwesteke yekgirtî ya hemû aliyên Kurdî heye, ji bo rûbirûbûna kêşeyên siyasî û civakî û yekxistina hewlan bo bihêzkirina hebûna Kurdî li Sûriyeyê.

Ji aliyê xwe ve, Serokê ENKSê behsa pêşhateyên Sûriyeyê kir û tekezî li ser yekrêziya Kurdî di vê qonaxa hestiyar de kir, ji bo bidestxistina mafên Kurdan li Sûriyê.

Herwiha Serokê ENKSê û tekez kir ku sîstema fedralî, baştirîn bijarde ye ji bo aştî û pêkvejiyanê li Sûriyeyê.

Ismaîl diyar kir, sîstema federalî dê gerentiya pêşketina Sûriyeyê li ser hemû astên siyasî û aborî bike, herwiha dê civakeke pêşketî û aram ava bike.