Hrant Dink di 18emîn salvegera kuştina xwe de hate bibîranîn

Enqere (K24) – Rojnamevanê Ermen ku di sala 2007an de li Stenbolê di êrîşa çekdarî de hate kuştin, di 18emîn salvegera kuştina xwe de li gelek bajarên Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê bi çalakiyên cûrbecûr tê bîranîn. Li Enqereyê jî bi panelekê Dînk hate bibîranîn.
Hrank Dînkê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê ku 18 sal berê li ber avahiya Sebatê ya Stenbolê hatibû kuştin di 18emîn salvegera kuştina xwe weke lig elek bajarên Tirkiye û bakûrê Kurdistanê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê jî ji aliyê hevalên xwe, aktivist û siyasetmedaran ve bi panelekê hate bibîranîn. Di panêla ku ku siyasetmedarên weke Baskin Oran, û nivîskar Fikret Başkaya jî tê de cîh girt de behsa serpêhatiyên gele Ermen hate kirin ku ji dema Osmaniyan û heta niha bê rastî çi zext û zordariyê hatine.
ParêzerElîfsu Dilek Şen ji K24ê re got: “Hrant helbet şexsiyetekî gelekî girîng e bo cemaeta Ermeniyan. Hrant Dînk ew kes e ku ji Meletiyê hatiye Stenbolê li Tibrevankê bi Armenak Bakir re xwendiye û tevlî tevgera sosyalist bûye. Biya min bi kuştina Dînk re li Tirkiyeyê ji bo Ermenîyan gavên girîng hatine avêtin. Berê peyva “Ermenî” jî nedihat axaftin lê piştî kuştina Dînk li ser meseleyên Ermeniyan êdî bi awayekî kurttir xebat û lêkolîn tên kirin.”
Di panela ku bi navê “Ji cihê ku Hrant berdeye” hate lidarxistin de ji aliyê panêlîstên ku derveyî Tirkiyeyê jî beşdar bûn jî hate ragihandin ji sala 2007an û heta niha hêj lêpirsîneke bi zelalî û edalet nehatiye meşandin ku hewceye doza Hrant Dînk bi awayekî edalet bê birêvebirin.
Çalakvan Mahmut Konuk dibêje: “Çîrokê hemû kes dizane. Tiştê ku bi destê dewletê bê lidarxistin bi destê dewletê nayê eşekerekirin. Em dizanin kûjerên wî kî ne, her tişt eşkere ye. Em ê jî ji cihê ku Hrant Dînk li ku berdaye ji wir dewam bikin. Malê Ermeniyan ku dest danîne ser, zarokên Ermeniyan ku hatine asîmilekirin, zimanê wan, navê wan dane jibîrkirin, emê j ili pey wan bikevin, Hrant ew dikir emê jî dê wî karî bikin.”
Herwiha di doza Hrant Dînk de rûniştina biryarê ya doza ku rayedarên cemaweriyê tên darizandin dê di 7'ê Sibatê de bê dîtin ku niha bi giştî 15 bersûc hene.