Şandeke Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê ve bi rê ket

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema çarekirina astengên di rêya mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û edilandina qanûna budceya giştî ya federalî de, Şandeke Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê ve bi rê ket.

Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 19.01.2025) parve kiriye, “Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ber bi bajarê Bexdayê ve bi rê ket.”

Li dû wê ragehandinê, armanc ji wê serdanê çarekirina astengên di rêya mûçeyên fermanberan û mûçexurên Herêma Kurdistanê de ye. Wezareta Darayî di ragehandina xwe de gotiye, “Armanceke din a wê serdanê danûstandinên li ser edilandina xişteyên qanûna budceya giştî ya federalî ji bo sala 2025ê ne.”

Li dû zanyarên K24ê, civînên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibe (Duşem, 20.01.2025) bi Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî û hejmareke berpirsên Hikûmeta Federalî re dest pê dikin.

Ev di demekê de ye ku, di çend rojên borî de bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna hejmareke wezîran, serokên firaksiyonan û nûnerên Kurdan li Bexdayê, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civîneke taybet li ser arêşeya mûçeyên fermanberan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya wê civînê de tekez kir, “Em êdî vê serederiya niha ya Bexdayê bi Herêma Kurdistanê re qebûl nakin û divê peywendiya Hewlêr û Bexdayê bê rastkirin.”