Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşwaziya civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn pêşwaziya civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn îro (Duşem, 20.01.2025) li ser tora civakî ya Xê parve kiriye ku, pêşwaziya civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje jî da, danûstandinên navbera Kurdan dikarin rolekî giring di mukomkirina piroseya siyasî li Sûriyeyê de bigêrin.

Serok Mesûd Barzanî li roja Pêncşemê (09.01.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.

Baregayê Barzanî naveroka civîna Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî parve kir. Di wê hevdîtinê de, rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re, û herwesa çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin gengeşekirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî ji aliyê xwe ve li ser tora civakî ya Xê peyamek li ser civîna xwe ya bi Serok Barzanî re parve kir û got, “Civîna me ya bi Serok Barzanî re cihê kêfxweşiyê bû.”

Herwesa Araz Şêx Cengî jî li ser civîna Serok Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê, li ser rûpela xwe ya taybet a tora civakî ya Facebookê peyamek parve kir.

Navbirî di peyama xwe de nivîsiye, “Meziniya Kek Mesûd îro diyar dibe, belavbûna nûçeya serdana Mezlûm ji bo Kek Mesûd ji bo hemî Kurdan dilxweşker e, êdî dema wê yekê ye ku Kek Mesûd ji bo rêkxistina navmala Kurdan bibe birayê mezin.”

Endamê Encûmena Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim jî parve kir, “Hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî gelek giring e.”

Hevserokê Herêmêm Demokrat (DBP) Keskîn Bayndar jî di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî li Hewlêrê ragehand, “Ew hevdîtin ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê û gerentîkirina mafên gelê Kurd gelek giring e.”