PDK û YNK bo cara çarê li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Her du şandên teknîkî yên PDK û YNKê ji bo cara çarê li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.
Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila, her du şandên teknîkî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) sibe (Sêşem, 21.01.2025) li Hola Seid Ebdila li Hewlêrê dicivin.
Peyamnêrê K24ê eşkere jî kir, armanca serekî ya wê civînê dê berdewamkirina danûstandinên girêdayî pirsa pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê be. Tê çaverêkirin ku reşnivîsa bernameya hevpar a PDK û YNKê ji bo pêkanîna kabîneya nû bê amadekirin.
Ev civîna çarê ye ku her du şandên teknîkî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Ev di demekê de ye ku, Berpirsê Liqa Çarê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn pêr (Şemî, 18.01.2025) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Hevfêmkirineke gelek baş di navbera PDK û YNKê de ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyda bûye, li van nêzîkan em dê nûçeyên gelek xweş di vî warî de bibihîzin.”
Di hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê de ku li roja 20.10.2025ê hatin kirin, PDKê 39 kursî û YNKê jî 23 kursî bi dest xistin.