Şandeke ENKSê bi Serok Barzanî re dicive

Logoya ENKSê
Logoya ENKSê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke ENKSê gehişt Herêma Kurdistanê û biryar e bi Serok Barzanî re bicive.

Çavkaniyekê ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ragehand ku, şandeke wê encûmenê piştî nîvroya îro (Duşem, 20.01.2025) gehiştiye Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê bi Serok Barzanî re dicive.

Li dû eynî çavkaniya K24ê, Serok Barzanî û Şanda ENKSê danûstandinan li ser dawî pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê, çarçoveya giştî ya serederîkirina aliyên Kurdî bi rewşa nû ya wî welatî re û çawaniya wergirtina helwesteke hevpar a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê dikin.

Piştî nemana Rijêma Esed li Sûriyeyê, ev dê civîna duyê ya Serok Barzanî û şanda ENKSê be. Serok Mesûd Barzanî li roja Çarşemê, 08.01.2025, jî li Pîrmamê pêşwaziya şandeke serkirdetiya ENKSê kiribû.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Sûriyeyê û dawî pêşhat û guhertinên wê û herwesa helwesta aliyên Kurdî li beranberî guhertinên niha li hev guhertin.